Dolarê Amerîkî 19,8 lîreyên Tirkî derbas kir

.

Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê li pey hev lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest dide. Yek dolarê Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî rekoreke nû şikand û gihişte 19,88 lîreyan û yek Euro jî bi 21,75 lîreyan kirîn û firotin pê tê kirin.

Îro Sêşemê 16ê Gulana 2023an, li bazarên Tirkiyê nirxê yek dolarê Amerîkî 19,8 lîreyên Tirkî derbas kir û rekoreke nû şikand.

Ew dû sal e lîreyê Tirkî bê navber li beramberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest dide. Herwiha yek Euro jî 21.7 lîreyên Tirkî derbas kir.

Rojane lîreyê Tirkî nirxê xwe ji dest dide û ev jî bandorê li giranbûna pêdiviyên sereke yên jiyanê dike û hêza kirînê ya welatiyan kêm dike.

Doh 15ê Gulanê yek dolarê Amerîkî bi 19,65 lîreyên Tirkî bû.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ