Dogan Hatun dev ji erkê xwe berda

.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun ragihand ku ew li gorî "Prensîba Vekişînê" ya ku di konferansa partiya wî de hatibû qebûlkirin ji peywira xwe vekişiyaye.

Dogan Hatun bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku wî ji bo pêkanîna biryara Konferansa Birêvebiriyên Xwecihî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îstifa kiriye.

Hatun bi bîr xist ku hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an ji bo hemû bajarên li Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo Amedê xwedî wateyeke cuda û motivasyoneke xurt bûn.

Dogan Hatun diyar kir ku armanca wan xelaskirina şaredariyan a ji hişmendiya qeyûman bû û xelkê Amedê bi vîneke xurt û bi rêjeya nêzîkî ji sedî 65an ew hêjayî vê peywirê dîtine.

Dogan Hatun di daxuyaniya xwe de cih da rexneyên li ser xebatên xwe û anî zimên:

“Ez dixwazim bi dilpakî bibêjim ku di maweyê du salan de min di çarçoveya peywira Hevserokatiya Bajarê Mezin a Amedê de nekarî bersiva berpirsyariyên bingehîn ên partî û gelê me bidim.

Min di warê hilberîna xizmetguzariyan de hilberîna pêwîst nîşan neda û min nekarî mîsyona xwe di asta ku min dixwest de bi cih bînin.

Di vê pêvajoyê de rexneyên avakar ên gelê me ji bo min bûn rênîşander.”

Pirsgirêkên tenduristiyê

Dogan Hatun her wiha bal kişand ser rewşa xwe ya tenduristiyê û destnîşan kir ku nexweşiyê bandoreke neyînî li ser karên wî kiriye û diyar kir:

“Pirsgirêkên min ên tenduristiyê bûn astengiyeke mezin a li ber karên min.

Ez di maweyê peywira xwe de sisê caran hatim anjiyo kirin. Vê yekê ez ji aliyê fîzîkî ve westandim û nehişt ku ez bi asta ku tê hêvîkirin beşdarî xebatan bibim.”

Prensîba Vekişînê

Dogan Hatun ragihand ku wî di çarçoveya "Prensîba Vekişînê" de daxwaza xwe ya destberdana ji peywirê pêşkêşî komîteyên pêwendîdar ên partiyê kiriye û partiyê jî ev daxwaza wî di cih de ditiye.

Dogan Hatun di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku têkoşîna wan bi meqam û postên siyasî ne sînordar e û got:

“Ez dema ku ji vê peywirê vedikişim, ji dil bawer dikim ku ez dê têkoşîna xwe li qadên din bi awayekî xurttir bidomînim.

Ez dê li her derê ji bo azadî û demokrasiyê bixebitim û heta dawiyê hêjayî baweriya gelê me bim.”

Siyaset Haberleri

AMED - Êrişên li ser Pêşmergeyan hatin şermezarkirin
Îranê dîsa êrişî Komeleyê kir
Heta niha 11 hezar malbatên Efrînî vegeriyane warê xwe
Tirkiye ji gundê Çiyê yê Efrînê derket
Beqayî: Serdana Serokwezîrê Iraqê bo Îranê dê bibe xala werçerxanê