Diyarbekir I Cihê ku ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye terxankirin bi têlan hat pêçan

.

Parêzger û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbikirê demek berê biryar dabû li devera Çiyayê Kirklar a navçeya Sûriyê bi navê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî daristanekê deyne.

Şaredariya Diyarbekirê ya di destê qeyûm de ye, ew cihê ku ji bo “Daristana Bîranînê ya Bahçelî” hatiye terxankirin, ligel hemû nerazîbûn û bertekên gel û aliyên siyasî yên Kurd bi têlan pêça.

Hat zanîn ku bi têlkirina wî cihê ku ji bo daristana Bahçelî hatiye veqetandin re parêzgariya Diyarbekirê di demeke nêzîk de dest bi xebatên çandina daristanê dike û nerazîbûnên xelkê Diyarbekirê jî piştguh dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle