Diyarbekir | Dijderketine navê 'Kurdistanê' rastî bertek û nerazîbûnan hat

.

 Di konferansa Yekîtiya Medrese û Zanayên Olî ya ‘Heftemîn Hevdîtina Navdewletî’ ya doh 15ê Cotmehê li Diyarbekirê hat lidarxistin de, îslamîstê Tirk û nivîskarê rojnameya Yenişafakê Yusuf Kaplan, li dijî bikaranîna navê ‘Kurdistanê’ derket.

Di konferansa ku ji çar aliyên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê nêzîkî 600 zanayên olî hatibûn vexwendin de, Yusuf Kaplan got: “Nav li gorî welatan têne tomarkirin. Li vir Pakistan, Afgansitan, Iraq, Sûriye, Yemen hwd hene. Nav li gorî welatan têne tomarkirin, Kurdistan jî ji bo birayên me yên Kurd ên ji Iraq, Sûriye, Îranê hatine nivîsandin. Ev dikare ji me re pirsgirêkan derbixe.”

Piştî van gotinên Kaplan, rexne û bertekên tund bi taybet ji aliyên nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ve hat nîşandan ku Kaplan li Bakurê Kurdistanê daxwaza înkarkirin û bilêvnekirina navê Kurdistanê dike.

Herwiha saziya ku ew vexwendiye konfrensê jî hat rexnekirin ku dema axaftina wî bê çima bertek jê re nehatiye nîşandan.

Hêjayî gotinê ye, di konferansa navborî de, mamoste û akademîsyenên olî yên ji Herêma Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê jî hatibûn vexwendin û li ber navê wan jî Kurdistan hatibû nivîsandin ku Kaplan li ser vê li dijî bikaranîna navê Kurdistanê derketibû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle