Diyaloga Kurdî Kurdî destpê dike

.

Amerîka û Frense zext li aliyên Kurdî dikin.

Piştî hilweşandina rejîma Besê ya li Sûriyeyê û serkeftina çekdarên Tehrîr Elşam, mijara paşeroja Sûriyeyê bûye cîhê girîngî bo gelek welatan û di vê çarçoveyê de Amerîka û Frense weke du hevpeymanên serekî yên Kurdan, dest bi hewldanên xwe yên bo dubare destpê kirina diyaloga Kurdî Kurdî.

Di vê derbarê de hate zanîn ku, şandên Amerîkî û Frensî serdana Rojavayê kirine û li gel aliyên siyasî civiyane û daxwaz ji wan kirine daku, bilez diyalogê destpê bikin û bigehêjine rêkeftinek û bibin yek daku, bikaribin di pêşroja Sûriyeyê de netenê mafên gelê Kurd misoger bikin belku, bibin xwedan hêz û pêgeh.

Hate zanîn ku, tê payîn di demeke nêz de diyaloga Kurdî Kurdî bi Serokatiya Mezlûm Ebdî û beşdariya ENKS û TEVDEM û tevahiya aliyên din destpê bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle