Diya Ciwan koça dawiyê kir

.

 Helbestvan û nivîskara Kurd Diya Ciwan di jiyê 72 saliyê de li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê koça dawiyê kir.

Sebah Mihemed ku wekî Diya Ciwan tê naskirin îro (Çarşem, 26.02.2025) li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê koça dawiyê kir.

Diya Ciwan ji Rojavayê Kurdistanê bû, helbestvan û nivîskar bû û herwesa endama Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyeyê bû û heta mirina xwe jî li ser rêbaza Barzaniyê Nemir bû.

Diya Ciwan li sala 1953ê li Bakurê Kurdistanê hat ser dinyayê lê li sala 1966ê bi pismamê xwe re zewicî û êdî derbazî Rojavayê Kurdistanê bû. Ew ji sala 1975ê heta sala 2002ê li Şamê jiya, paşî derbazî Başûrê Kurdistanê bû û jiyana xwe ya mayî li bajarê Dihokê derbaz kir.

Wê li sala 1977ê dest bi nivîsîna helbest û çîrok û şanoyan kir û zêdetirî 14 berheman li paş xwe hêlan. Diya Ciwan herwesa şeş zarok jî li paş xwe hêlan.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Çep ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk li Stockholmê Semînerek Li Dar Xist
Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Reqayê rê li ber parastina mirovahiyê vekir
Şam dê li Serê Kaniyê û Girê Spî hilbijartinan bike
Li Tiflîsê Konferansa Karsazên Gurcistan-Kurdistanê tê lidarxistin