Dîwana Dadê ya Ewropayê derbarê PKKê de biryara xwe da

.

 Dîwana Dadê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) di doza ku bi daxwaza derxistina PKKê ji “lîsteya terorê”  ya Yekîtiya Ewropayê hatibû vekirin, biryara neyênî da û daxwaz red kir.

Dadgeha Giştî ya Yekîtiya Ewropayê ya girêdayî Dîwana Dadê ya YEyê ku navenda wê li Luksemburgê ye, biryara xwe ya têkildarî serlêdana PKKê ku li dijî lîsteya 'rêxistinên terorê' ya piştî sala 2020 kiribû, eşkere kir.

Di biryarê de tê gotin ku “îdiayên têkildarî berpirsyariya nîşandana hincetê, mafê parastinê û binpêkirina mafê parastina dadgerî ya bi bandor heta astekê mafdar jî be, nikare rê li ber hilweşandina dozê vekin."

Di biryarê de hat îfadekirin ku çalakiyên PKKê dê çarçoveya "mafê xwe bi xwe tayinkirina çarenûsa gelê Kurd" de neyê hesibandin.

Ligel vê  Dîwana Daddê ya Yekîtiya Ewropayê doza ku PKKê li dijî Konseya Yekîtiya Ewropyaê vekiribû bi esasî red kir.

Dadgehê herwiha biryar da ku herdu alî lêçûnên dadgehê bidin.

Dîwana Dadê biryara xwe ya têkildarî doza derxistina PKK'ê ji lîsteyên “rêxistinên terorîst” ên navbera salên 2014 û 2020 jî  di 30ê Mijdarê de eşkere kiribû. 

PKK sala 2002 xistibûn nava “lîsteya terorê”.

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin