Divê partî û rêxistinên Kurdan polîtîka xwe ya li hemberê dagirkerên Kurdistanê, di ber çavan ra derbas bikin

.

Xelîl Sîpan

Divê partî û rêxistinên Kurdan polîtîka xwe ya li hemberê dagirkerên Kurdistanê, di ber çavan ra derbas bikin.

Dewleta Îran û Tirk dijminên Kurdan yên dîrokî ne, Îran êrişî Başûrê Kurdistanê dike Tirk jî êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin û armanca wan yek e û êrişî bingehê aborî û sivîlan dikin.

Îran du sal berê bi mûşekan va êrişî ser mala karsazekî Kurd li Hewlêrê kiribû û wek êrişa 15ê Çile ya ser mala şehîd Pêşrew Dizeyi û gotibû “me êrişî ser cîyê Mossadê kirîye.”? Îdayên Îranê hemû derew in û ti êrişeke Îranê dîrek li hemberê Îsraîl nîne û Îran hêzên terorên wek Hamas, Hizbullah, Heşda Şebî û Husîyan bi kar tîne...

Têkilîyên herê germ bi Îsraîl ra Azerbêycan ne û cînarê Îranê yê herê nêzîke û ti beyameke Îranê li dijî Azerbêcanê ji bo Îsraîl nîne. Heman demê da PKK di hindurê Tirkîyê û Bakûr da ti şerekî wî li hemberê dewleta Tirk nîne û dewleta Tirk pirsgirêka PKKê wek kart û hacetekî li hemberê Başûr û Rojava Kurdistanê bi kar tîne û armanca Îran û Tirkîyê yek e û li dijî destkeftîyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.

Divê partî û rêxistnên Kurdan polîtîka xwe ya li hemberê dagirkerên Kurdistanê, di ber çavan ra derbas bikin û ji bin bandora sîyadeta dewleta Îran û Tirkîyê derkevin.!

Divê Kurd pisgirêkên nav xwe bi rêya dialogan va çareser bikin û dijatîya nav Kurdan ti xizmetekî ji bo gelê Kurd nake û tenê dijminên Kurdan jê feydê dibînin.

 

Kurdistan Haberleri

Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin
Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe