“Divê girtiyên nexweş werin dermankirin”

.

Li Diyarbekirê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve, civînek çapemeniyê hat li darxistin. Di civînê de hat amajekirin ku divê demildest girtiyên nexweş werin dermankirin ku gelek girtî di bin metirsiya mirinê de ne.

Li Diyarbekirê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve, li Parka Koşûyolû ber Bîrdariya Mafên Mirovan derbarê rewşa girtiyên nexweş de civînek çapemeniyê hat li darxistin.

Daxuyanî ji aliyê Seroka Jura Bijişkan a Şaxa Diyarbekirê Elîf Tûran ve hat xwendin. Elîf Tûran bal kişand, rewşa gelek nexweşan giran e û divê demildest werin dermankirin.

Tûran amaje kir, rewşa nexweşên ku nexweşiyên wan giran in di bin metisiya mirinê de ye û divê rayedar rê li ber dermankirina nexweşan were vekirin ku ev yek di çarçoveya mafê jiyanê de divê were nirxandin.

Bang li rayedarên dewletê hat kirin ku cudahiyê nexin navbera girtiyên nexweş de û ji aliyê pêşkêşkirina derfetan ve wekhevî bila hebe.

Bang hate kirin ku derbarê rewşa girtiyên nexweş de bila demildest gav were avê da ku pêşî li rewşên neyên xwestin girtin û mirin çênebin.

K24

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN