Li Keleha Rebetê ya li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê xebatên kolandinê dest pê kirin.
Keleha Rebetê şopa gelek şaristaniyan dihewîne û dîroka wê vedigere beriya 2 hezar salan.
Ji bo derxistina wê dîrokê ya di bin axê de şûnwarnasan dest bi kolanê kir.
Keleh li cihekî asê û dûrî destan e û rêya wesayîtan nîne.
Ji ber vê yekê, tîmên kolandinê her sibe piştî meşa demjimêr û nîvekê xwe digihînin nava kelehê û dest bi kar dikin.
"Dîrok heta serdema Helenîstîk diçe"
Birêvebirê Muzexaneya Mêrdînê û Serokê Tîma Kolandinê Îdrîs Akgul li ser serdemên dîrokî yên kelehê agahî dan.
Îdrîs Akgul diyar kir ku li gorî tesbîtên destpêkê yên li ser seramîkan, dîroka vê derê digihîje serdema Helenîstîk.
Akgul destnîşan kir ku keleh di serdemên Pars-Sasanî, Roma-Bîzans û heta Artûkiyan jî hatiye bikaranîn.
Di hundirê kelehê de xirbeyên koşkan, embarên zexîreyê, sarîncên avê û avahiyên din heta îro li ser piyan mane.
"Me nizanibû ku dîroka wê ew qas kevn e"
Xelkê herêmê jî dibêje ku wan nizanibû dîroka kelehê ew qasî kevn e û hêvî dikin herêm bibe navendeke geştyariyê.
Welatî Rohan Ateş got, "Em dixwazin her kes were vê derê bibîne. Em bawer in ku dê ev der bibe navendeke geştyariyê."
Rohan Ateş her wiha anî ziman, "Me ji vê derê re digot keleh lê me nizanibû ku dîroka wê ew qasî kevn e. Hezar û 500 heta 2 hezar sal dîroka kelehê heye."
Taybetmendiyên Keleha Rebetê
Kela Rebetê li bakurê rojavayê Dêrikê û di nav sînorê gundê Rebetê de ye.
Keleh li bakurê gund, li ser girekî bi bilindahiya 150 metreyan û li kêleka newaleke teng hatiye avakirin.
Dirêjahiya bedena kelehê hezar û 500 metre ye.
Li kelehê 15 birc û 4 nêrîngeh hene.
Bilindahiya bircan 15 metre û ya bedenê jî 10 metre ye.
Her wiha du deriyên kelehê hene ku yek li rojava û yek jî li rojhilat e.