Dîplomata Brîtanî Dixon: Hilbijartin ji bo gelê Herêma Kurdistanê derfeteke girîng e

.

 Cîgira nû ya Balyozê Brîtanyayê li Hewlêrê Charlotte Dixon tekez kir ku, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê derfeteke girîng e ku wê paşeroja gelê Kurdistanê diyar bike.

Dixon peyamek vîdyoyî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku wê di 20ê Cotmehê de bên kirin belav kir.

Di peyama xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku hilbijartin derfetê dide hemû alî û raya giştî ku çavdêriya siyaseta partiyan bikin. Herwiha bang li welatiyan kir ku bi awayekî avaker beşdarî kampanya hilbijartinê bibin.

Dixon di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Ez kêfxweş im ku li vir im. Hilbijartinên 20ê Cotmehê demeke gelek guncav e ku xelkê Herêma Kurdistanê bîr û ramanên xwe derbarê paşeroja xwe diyar bikin. Di heman demê de, hûn ê bikaribin polîtîkayên cûda yên hemî partiyan bibihîzin. Ez hêvî dikim ku her kes bi awayekî avaker beşdarî vê pêvajoyê bibe û biryarek agahdar bide."

Dixon anî ziman ku ew kêfxweş e ku di heyameke wiha de dest bi erka xwe kiriye û got ku wê di dirêjahiya kariyera xwe de li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di nav wan de Somalî, Morîtanya û Erebîstana Siûdî di gelek peywiran de xizmet kiriye. Herwiha diyar kir ku ew li bendê ne ku Herêma Kurdistana Iraqê baştir nas bikin û li wir hevkariyeke bihêztir ava bikin.

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin