Dîmeşq Pêşnîyara Hebûna HSDê Wek Hêzek Di Nav Artêşa Sûrîyê De Red Dike

.

Wezîrê berevaniyê yê nû yê Sûriyê roja Yekşemê got ku ne durist e şervanên Kurd ên ku Amerîka li bakurê rojhilatê welêt piştgirîya wan dike wek hêzekê di nav hêzên çekdar ên Sûrîyê de cih bigre.

Murhef Ebû Qesra li Wezareta Berevaniyê ya Şamê ji Reutersê re axivî û got, serkirdayetiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), xwe ji çareserkirina pirsgirêka aloz dide alî.

HSDê bi rêveberiya nû ya Şamê re, bi serkêşiya serhildêrên berê yên ku Serok Beşar el-Esed di 8ê Kanûnê de hilweşand, danûstandinan dike.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku yek ji daxwazên wan ên navendî rêveberiya nenavendî ye û hefteya borî di hevpeyvînekê de ligel kanala Asharq News a Erebistana Siûdî gotibû ku HSD ji yekbûna bi Wezareta Berevaniyê re vekirî ye lê wek "blokeke leşkerî", bêyî ku were hilweşandin.

Ebû Qesra roja Yekşemê ew pêşniyar red kir.

"Em dibêjin ku ew ê di çarçoweya avahiyeke fermandarî bikevin wezareta berevaniyê, û bi awayekî leşkerî bên belavkirin - li wir ti pirsgirêkek me nîne," Ebû Qesra, ku di 21ê Kanûnê de wek wezîrê berevaniyê hat binavkirin, got.

"Lê ji bo ku ew di nav wezareta berevanîyê de, de wek blokek leşkerî bimînin, blokek weha di nav saziyek mezin de, ne rast e."

Yek ji pêşîneyên wezîr ji dema destpêkirina erka xwe ve, ew e ku gelek fraksîyonên Sûrî yên dijî Esed di nav avahiyeke fermandarî ya yekgirtî de pêk bîne.

Lê kirina vê yekê bi HSD’ê re zehmet e. Amerîka wê wekî hevalbendek sereke ya li dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî dibîne, lê Tirkiyê wê wekî metirsiyeke ewlehiya neteweyî dibîne.

Çavkanî: Reuters

Kurdistan Haberleri

Bandora Pêvajoya Aştiyê li ser Rojavayê Kurdistanê çi ye?
Serok Barzanî: Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema paqijiya nijadî
Nûrî Şêxo: Em daxwaza piştgiriyê ji Serok Barzanî dikin
Eniya Yekgirtî ya Belûçistana Îranê piştevanî li banghêjiya mangirtina seranserî ya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê kir
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bangî hikûmeta Şamê kir