Dilopê di hejmara nû de dosyayek li ser “Çareseriya Pirsgirêka Kurdan” amade kiriye

.

Di vê hejmarê de Serpîl Îlgunê derbarê “Çareseriya Pirsgirêka Kurdan” de hevpeyvîn bi Arzû Yilmaz, Yuksel Genç û Ferda Koçî re kiriye.

Kovar her ji du mehan carekê derdikeve û bi tirkî û kurdî nivîsan diweşîne.

Hejmara 26an a Kovara Dilopê derketiye. Di vê hejmarê de dosyayek li ser "Çareseriya Pirsgirêka Kurdan" hatiye amadekirin. Serpîl Îlgun ji bo vê mijarê hevpeyvîn bi akademîsyen Doç. Dr. Arzû Yilmaz, Koordînatora Saziya Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîk Yuksel Genç û nivîskar û siyasetmedar Ferda Koçî re axiviye. Di vê dosyayê de sedsaliya Komara Tirkiyeyê û "pirsgirêka kurdan" hatiye gotûbûbêjkirin.

Di hejmara 26an de Bulent Ûlûsî derbarê terîqatan de yên dewletê piştgiriya wan dike, hevpeyvînek kiriye.

Ji bilî vê hevpeyvînê Mûrat Bayramî derbarê xebatên wî yên zimanzaniyê de hevpeyvînek bi Michael Chyetî re kiriye.

Recep Dildar, Bûrhan Kûm, Vecdî Erbay, Fewzî Bîlge, Rêzan Diljen, Sadik Aytekîn, Ender Ondeş, Mûnzûr Çem, Kemal Înal û Mûzaffer Orûçoglû jî bi nivîsên xwe yên kurdî û tirkî, di vê hejmarê de cih girtine. (FD)

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin