Dilber Cizîrî di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Monakoyê de xelata Lîstikvana Herî Baş wergirt

.

Lîstikvan û stranbêja Kurd a Bakurê Kurdistanê Dilber Cezîzî piştî beşdarbûna di fîlmeke nû ya tirkî ya bi navê “Gordesli Makbule” de ku di rola keçeke Kurd a wêrek dilîze û ji bo aştiyê têdikoşe, di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Monakoyê de xelata Lîstikvana Herî Baş wergirt.

Dilbar Cizîrî ji bilî ku rolekê di fîlmê de berceste dike, ew rêvebera fîlmê ye jî û heta niha beşdarî çend festîvalên navdewletî yên kurtefîlman bûye û xelatên baştirîn senaryo û derhêneriyê jî wergirtiye.

Piştî beşdariya di Festîvala Fîlman a Monaco ya Xêrxwazî bû, wê xelata Lîstikvana Herî Baş wergirt.

Dilber Cizîrî derbarê wergirtina xelatê di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Monaco de ji K24ê re got: “Bextewartirîn kêliyên jiyana min ew e ku ez wek keçeke Kurd a Bakurê Kurdistanê di festîvaleke wiha navdewletî de bo sehnê hatim vexwandin. Ev destkefteke nû ye bi navê Kurd tomar dikim, ji ber ku bi baweriya min têkoşînên dijwar di hunera fîlm û festîvalan de tenê ji bo gihandina peyameke neteweyî ye ku em Kurd di hunera sînema û şanoyê de xwediyê xezîneyeke dewlemend in.”

Her wiha got: “Ez vê xelatê pêşkêşî hemû Kurdan dikim, ji ber ku ez li ser navê keçeke Kurd hatim vexwendin bo sehnê. Ez spasiya hevkarên xwe jî dikim ku derfet dane min ku ez di vî fîlmê de bileyzim ku bala hunermend û pisporên çêkirina fîlman li cîhanê kişandibû.”

Dilber Cizîrî di dawiya axaftina xwe de da zanîn, du stranên wê yên nû bi Kurdî û Tirkî jî hene û hatine tomarkirin û dixwaze pêşkêşî heyranên xwe bike.

Nûçe: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan