Dîlawer Ajgeyî: Piştî serdana serokwezîr dê rê li ber veberhênana Kurdistanê li bazara Ewropayê vebe

.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê behsa giringiya peywendiyên di navbera sermayedarên ewropî û Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo çend welatên Ewropayê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ji BasNewsê re got: ‘’Kompanyayên sermayerazandinê yên ewropî tên Kurdistanê, ev jî di çarçoveya siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ku şîrketên biyanî bikşîne Kurdistanê.’’

Herwiha Dîlawer Ajgeyî dibêje: “Herêma Kurdistanê di rewşeke ewlekarî ya baş de ye û yasayeke baş ya sermayerazandinê heye, ku derfetan dide. Siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankirina bazara neftê ya alternatîf e, bi taybetî jî bazara çandiniyê, ku girîng e.’’

Di berdewamiyê jî de Dîlawer Ajgeyî dibêje: “Ji aliyê siyasî ve, serokwezîr serdana Ewropayê kiriye û daxwaz ji wan kiriye ku alîkariya Kurdistanê bikin û li Kurdistanê sermayeguzariyê bikin. Ev giringîdana ser veberhênanê ji bo Kurdistanê girîng e ji ber ku bala Ewropa zêdetir li ser şerê li dijî veberhênana DAIŞê bû, şandên Kurdistanê jî bo Ewropayê hatin vexwendin û me li ser çawaniya dirustkirina hevkariyê di navbera kompaniyên Kurdistanî û Ewropî de, ligel kompaniyên mezin kar kirine.” 

Dîlawer Ajgeyî behsa giringiya dîplomasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Ewroopayê jî kir û got:’’Daxwaza Serokwezîr ji Yekîtiya Ewropayê re alîkar bû, wan nexşerêyek daniye ku kompaniyên me vexwînin Ewropayê û dê kompaniyên xwe bişînin, danûstandin dê berdewam be, eger serkeftîtir bibin dê kompaniyên din jî teşwîq bikin ku werin Kurdistanê. Armanca me ew e ku em şirketên mezin bikişînin Kurdistanê û di warên din de bixebitin. Hollanda berê ne çalak bû, lê niha çalak e. ‘’

Ajgeyî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dikare asta sermayeguzariyê nêzîkî standartên navdewletî bike û di bazara Ewropayê de bifroşe.

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e