Dijeterora Kurdistanê li ser du êrîşên ser Pêşmerge û Baregeha Tirkiyê daxuyanî da...

.

Dijeterora Kurdistanê li êrîşa îro ya ser sengerên Pêşmerge û baregeha Zîlekanê ya Tirkiyê zanyarî belav kirin.

Di daxuyaniya Dijetrora Kurdistanê de hatiye gotin, Îro 26ê Hezîrana 2022an 4 moşek arasteyî sengerên Pêşmerge û baregeha Zîlekanê ya hêzên Tirkiyê hatin kirin.

Li gorî zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, ew 4 moşek ji devera di navbera taxa Tehrîr a bajarê Mûsilê û nehiya Başîk de hatine avêtin ku ew dever li sînorê desthilata Hikûmeta Federal e û mîlîsên çekdar lê hene.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, 2 moşek li nêzîkî Fewca Du ya Lîwaya 112 a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ketin û 2 moşek jî li nêzîkî gundê Godadê yê ser bi nehiya Başîk li nêzîk leşkergeha Zîlekanê ketin û ti ziyanên canî û madî çênebûn.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN