Dijeterora Kurdistanê: li Hewlêrê 8 dronên din ên bombekirî hatin êxistin

.

Di nava kêmtirî 48 saetan de, careka din asmanê paytexta Herêma Kurdistanê rûbirûyî êrîşên dronên bombekirî bû ve; lê sîstema berevaniyê ya Hêzên Hevpeymanan hemî dron li asman pûç kirin û rûdanê tu zirarên canî li pey xwe nehiştin. Dijetîrora Kurdistanê bi daxuyaniyekê hûrguliyên vê êrîşa nû ya serê sibeha îro parve kirin.

Dijetîrora Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de amaje da ku, li gorî zanyarên wê serê sibeha îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) di navbera saet 04:19 û 05:25 de, Hêzên Hevpeymanan 8 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê pûç kirine û êxistine.

Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku ev êrîş bi rengekê serkeftî hatine têkbirin û "tu zirarên canî ji ber rûdanê çê nebûne û rewşa ewlehiyê ya paytextê aram e."

Êrîşa duyê ya li ser hev di du rojan de

Ev êrîşa serê sibeha îro di demekê de ye ku Çarşema borî (15ê Tîrmeha 2026ê) jî bi şev, Hewlêr rastî êrîşeke wekhev hatibû.

Dijetîrora Kurdistanê Çarşemê bi şev ragihandibû ku di navbera saet 20:53 û 21:20 de, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 8 dronên din ên bombekirî li asmanê bajarê Hewlêrê bi rengekê serkeftî êxistine. Ew êrîş jî bêyî zirarên canî bi dawî bûbû.

Siyaset Haberleri

Senator Fedra: Divê Fransa ji bo Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurdan çalaktir bibe
Civîna Îran û welatên Kendavê ya li ser Tengava Hurmizê hat bipaşxistin
Sûriyeyê dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî pejirandin
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir
Bîranîn û berxwedana Kobaniyê li Pêşangeha Şopa Rengan hatin zindîkirin