Dijeterora Kurdistanê: Droneke Tirkiyê otomobîleke PKKê li Axcelerê kir armanc

.

Li gorî zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, artêşa Tirkiyê îro bi riya dronekê otomobîleke çekdarên PKKê li navçeya Axcelerê ya ser bi Çemçemalê ve kiriye armanc û di encamê de berpirsekî PKK’ê hat kuştin û çekdarekî din jî birîndar bûye.

Dijeterora Kurdistanê derbarê êrîşa îro ya li navçeya Axcelerê de di daxuyaniyekê de ragihand, droneke Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê li nêzîkî Axcelerê kiriye armanc û di encamê de berpirsekî PKK’ê hat kuştin û çekdarekî din jî birîndar bûye.

Pêştir jî jêderekî ji navçeya Axcelerê ji K24ê re got: “Îro danê sibê çend dronan gundê Çenartû yê li navçeya Axcalerê bombebaran kirin.”

Rêveberê Navçeya Axcalerê Hêmin Bahcet jî ji K24 re got: “Em hatin agahdarkirin ku îro danê sibê agir bi Çiyayê Çenartuyê ketiye, em bi tîmên parastina sivîl û polîsên daristanê re ji bo kontrolkirina agir çûn cihê bûyerê, şewat hat kontrolkirin.”

Herwiha got: “Ez nizanim sedema şewatê ji ber çi bû, ji ber ku min dengê bombebaranê nebihîst, lê baregehên PKKê li deverên çiyayî yên navçeya me hene.”

Di van salên dawî de artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi dronan çendîn berpirsên PKKê kirine armanc.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin