DIERG: Divê dersên kurdî bibin mecbûrî

.

Hewldana Reform û Şopandina Perwerdeyê ya Amedê (DÎERG) diyar kiriye ku dersên bijarte yên olî û yên ji bo amadekariya ezmûnên lîseyan derfeta bijartina dersa kurdî ji holê radikin.

Hewldana Reform û Şopandina Perwerdeyê ya Amedê (DÎERG) daxuyaniyek daye û ragihandiye ku pêvajoya hilbijartina dersên bijartê yên ji bo perwerdeya serdema 2022-2023an berdewam e.

Yekem qonaxa vê pêvajoyê di roja Îniya 21ê Kanûna Paşiya 2022an de bi dawî dibe.

DIERGê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku “Divê dersên kurdî bibin mecbûrî” û weha gotiye,

“Dersên bijarte yên olî û yên ji bo amadekariya ezmûnên LGSyê di dibistanên navîn de derfeta bijartina dersa kurdî ji holê radikin. Di gel vê yekê Malbatên Kurd yên xwendekaran ji bo zimanê xwe fêr bibin û bide jiyandan dersên kurdî(Kurmancî-Zazakî) hildibijêr in.”

DÎERGê destnîşan kiriye ku li Tirkiyeyê nifûseke wê ya mezin ji Kurdan pêk hatiye, lewma pêwîstî bi parastin û pêşxistina cihêrengiya Kurdan heye û weha gotiye:

“Di 1ê Kanûna 2021an de wan ji bo 20emîn Lijneya Perwerdeyê pêşniyar kiribû ku zimanê Kurdî bibe neçarî. Ew niha jî ligel wê yekê ne ku li bajarên Kurdan dersa kurdî ne wek dersa bijarte be, lê divê herî kêm heftane du saet wek mecbûrî bê dayîn.”

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN