Dibistaneke din a fermî ji bo hînkirina zimanê dayikê li bajarê Utrecht a Hollandayê ji bo zarokên Kurd ên niştecihê wî bajarî hate vekirin.
Roja Şemiyê, 20.09.2026, li bajarê Utrecht a welatê Hollandayê, duyemîn dibistana zimanê Kurdî bi navê “Dibistana Utrechtê” bi amadebûna hejmarek ji xwendekaran û dê û bavên wan û serpereştiyar û mamosteyan, bi awayekî fermî hate vekirin.
Ev dibistan di
Di yekem roja destpêkirina dersan de, xwendekaran bi kêfxweşî beşdariyê hînbûna zimanê dayika xwe kirin.
Avakirina vê dibistanê pengaveke din e ji bo bihêzkirina peywendiya nifşê nû yê Kurd bi ziman û çanda xwe re.
Cihê gotinê ye, Konfederasyona Revenda Kurdistanê di nav hewldanên xwe de ji bo pêşxistina zimanê dayikê bo Kurdên diyaspora, bi hevahengiya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, projeya xwendin û hînkirina zimanê dayikê ji bo zarokên Kurd ên niştecihê welatên cîhanê bi şêweyê dibistana fermî û online ji bo hemû Kurdên cîhanê vekiriye, ew jî bi navê parastin û geşepêdana zimanê pîroz ê Kurdî bo zarokên wan malbatên Kurd ên niştecihê diyasporayê ne.
Çavkanî: kurdistanidc.org