DIAKURD: "Parastina Nirxên Neteweyî Erka Me Ye"

.

Konfederasyona Kurdên Dîaspora, DIAKURD, daxuyaniyeke tund belav kir û tê de destnîşan kir ku "Parastina nirxên neteweyî erka me ye". Di daxuyaniyê de, DIAKURD bi tundî gotin û helwestên li dijî nirxên neteweyî yên Kurdan, ziman, çand, pêşeng û şehîdên Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê DIAKURD ve hatiye dayîn de, hat gotin ku gelê Kurd bi nirxên xwe yên neteweyî, bi welatê xwe Kurdistan, bi ziman, pêşmerge, şehîd û rêberên xwe serfiraz û serbilind e. Herwiha hat tekez kirin ku "Rêberên me, şehîdên me rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê ne."

DIAKURDê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd, wek Tirk, Ereb û Ecem, bi taybetî di vê sedsala dawiyê de ji bo tunekirin, asîmîlekirin, ji navbirin û bêîtîbarkirina gelê Kurd hemû derfetên xwe bikaranîne, lê serneketine û sernakevin jî.

Di daxuyaniyê de bertekeke tund li hemberî gotinên Abdullah Ocalan hat nîşandan. DIAKURD got: "Abdullah Ocalan di nameya ji bo kongreya partiya xwe dibêje; Kurd ne netewe ne, komên ji hev qetiyayî ne, zimanê Kurdî zimanekî bê fonksiyon û kêrnehatî ye. Bê edaleteke mezin dijî rêberên Kurd wek Bedirxanîyan, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî dike."

Konfederasyonê ev rêber wekî rûmet û egîd û mêrxasên gelê Kurd bi nav kir û wiha anî ziman: "Zibilxane, goristana çandî, Judenratî, hemû pîsîtî û kêrnehatî tenê li bejna kesên ku nirxên xwe yên neteweyî înkar dikin, rêz li dîroka xwe nagirin, tê."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, DIAKURD destnîşan kir ku gelê Kurd bi sedsalan e ji bo hebûna xwe, serxwebûna xwe û rûmeta xwe bedelên gelek giran dane, serê xwe ji bo dagîrker û zordestan ne çemandiye û heta roja azadî û serxwebûnê jî dê xebata xwe bimeşîne.

DIAKURD di dawiyê de ev peyam da: "Her helwest û gotineke dijî nirxên neteweyî, ziman û çanda Kurdî, pêşeng û şehîdên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Cihê xiyanetkaran jî bêşik dê zibilxana dîrokê be."

Kurdistan Haberleri

Kasim Ergun: Komîsyona Aştiyê ne bo çareserkirina pirsa Kurd hatiye çêkirin
Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye
Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
PWK: Bêtehamulîya li himberî axaftina bi kurdî tûrnûsoleka vê pêvajoyê ye