Diakurd: Komkujiya Kurdên Êzidî tawanekî dijî mirovayetiyê bû!

.

Konfederasyona Kurdên Diaspora - Diakurd bona 8emîn salvegera komkujîya Kurdên Êzidî daxuyanîyek belav kir.

Daxuyaniya Diakurdê wiha ye:

Komkujiya Kurdên Êzidî tawanekî dijî mirovayetiyê bû!

Di 3ê tebaxa 2014an Şengal rûbirûyi komkujîyeke hovane hat. Ew karesat bû birînek reş û kûr ku êş û jana wê di dil û mêlakên hemû kurd û Kurdistaniyan û teybeten kurdên êzidî de cî girtiye û tu car nayête bîrkirin. Heta niha jî çarenivîsa hezaran jin û keçên Şengalê nediyare û xelkê dewerê nekariye jiyaneke asayî pêk bîne.

Terorîstên DAIŞê di tîrmeha 2014 piştî dagîrkirina Mûsilê dest bi komkujî û zordariyeke nemirovane kirin. Bi hezaran kurdên êzidî girtin, kuştin, birîndar kirin û revandin. Bi sedhezaran jî ji neçarî cî û warên xwe terikandin, pena bo çiyayê Şengalê birin. Di kelekela havînê de bê av, bê xwarin û bê sitare gelek ji wan canê xwe ji dest dan. Ewên firya neketin ku birevin, ketine destê teroristên islamî. Teroristan bi hezaran zelam û zarokên kur kuştin, bi hezaran keç û jin jî revandin, di bazarên Mûsil û Reqayê de firotin.

Êzidîtî bi binyatê xwe yek ji olên herî kevn yên kurdan e û bi hezaran salane ev ol e heye. Di dirêjahiya dîrokê de kurdên êzidî rûbirûyî êriş, karesat, destdirêjî û fermanên bê hejmar hatine ku hemû jî ji ber ola êzidîtiyê ji aliyê dagîrkerên kevneperest û xwînmij ve hatine encam dan.

Eger bi alîkariya dewletên dagîrkerên Kurdistanê û rêxistinên kevneperestên islamî neba DAIŞ tu caran nedigehişte wê astê û wê hêzê. Evana bi çek û teqemenî, bi pare û bi perwerda leşkerî ev hovene berdane pêsîra kurdan.

Kevneperestên islamî ne tenê li ser kurdan gef û xeter in. Ew li ser hemû mirovên ku pûte bi wekhevî, demokrasî û nirxên mirovatiyê didin hereşe ne. DAIŞ metirsiyeke mezine li ser azadî, aşitî, demokrasî û hemû nirxên mirovayetiyê. Ji ber wê, pêwîste hemû kes û aliyên ku dixwazin nirxên mirovatiyê biparêzin mil bi mil dijî van terorîstan bisekinin.

Em karesata Şengalê bi tundî şermezar dikin û di rojekî wiha de peyama hevxemî û piştgîriyê bo malbatên qurbaniyên wê karesatê dişînin. Em daxwazê ji komelgeha navneteweyî, rêkxistinên medenî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû mirovhezên dinyayê dikin ku alîkarî û piştîvaniya civaka kurdên êzidî bikin ku careke din jiyan li Şengal û dewerên din ku tûşî wê karesatê bûn, wegere rewşekî asayî. Em daxwaz ji hemû aliyên peywendîdar dikin ku hewlên zêdetir bidin bo rizgarkirina jin û keçên êzidî ku hêj jî dîl û êxsîrê DAIŞê ne. Em daxwazê ji aliyên navbirî û hemû mirovayetiyê dikin ku bi hemû hêza xwe dijî komên cihadîst û tundûtîj rawestin û mecalê nedin ku careke din karesatekî wiha li ser mirovahîyê de were.

Konfederasyona Kurdên Diaspora - Diakurd 03/08/2022

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'