Diakurd: Ji bo qurbaniyên Helebçe û hemû cangoriyên jenosîdên Kurdistanê mûmekê dagirsîne!

.

35 sal berî niha komkujiya Helebçeyê pêk hat. Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Êraqê bi gaza jehrî êrîşî Helebceyê kir. Di encama vê êrîşê de zêdetir ji 5 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dan, û 10 hezar kes jî birîndar bûn, û gelek ji qurbani paşê ji ber nexweşiyên bi gaza jehrîn şehîda bûn.

Zilm û çewsandinên li ser Kurdan hîna ranewestiyaye. Li her 4 beşên Kurdistanê; Ji rojhilat heta rojava, ji bakur heta başûrê Kurdistanê binpêkirinên mafên mirovan û mafên rewa yên netewa Kurd berdewamin. Kurd li bakur, rojhilat û rojava tuşî zindan, darvekirin, wundakirina çalakvanên siyasî û destbiserde girtina mal û milkan xwe tên.

Têkoşîna ji bo mafên Kurdan hîn bi dawî nebûye. Em qurbaniyên êrîşên mezin bi bîr tînin, lê êrîşên biçûk ên rojane jî ji bîr nekin.

Em bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku balê bikşînin ser binpêkirinên mafên kurdan yên rewa ji aliyê rejîmên Îran, Êraq, Tirkiye û Sûriyê.

Em bang li welatên demokrat dikin ku di asta Neteweyên Yekbûyî de ji bo naskirina komkujiya Helebçe û Enfalê wek jenosîd hewl bidin û ji bo parastina mafê çarenûsî yê gelê Kurd di bin erkê Neteweyên Yekbûyî de alîkar bin.

Werin her yek ji me bo qurbaniyên Helebçe û hemû cangoriyên jenosîdên din yên netewa xwe mûmekê dagirsînîn.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
16/3/2023

Kurdistan Haberleri

Daxuyaniya Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi Boneyê Qedexekirina Spaha Pasdaran ji aliyê Dewleta Brîtanyay
Berdevkê PWKê Hanifi Turan: Bi sungiyan, bi guleyan bi hezaran mirov kuştin
Trump: Em dê ji bo derbasbûna ji Hurmizê ji sedî 20 bacê wergirin
Heyeta PWKyê li Parîsê beşdarê seremonîya bibîranîna Dr. Abdulrahman Qasimlo bû
PWK: Em Dr. Abdurahman Qasimlo Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin