Di xwepêşandanên Ciwanro de 10 kes birîndar bûn

.

 Di xwepêşandanên roja Şemiyê yên bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê de ku heta derengê şevê berdewam bûn, herî kêm 10 kes birîndar bûn. Di wan xwepêşandanan de xwepêşanderek jî hat kuştin. Şeva borî li çend bajarên Îranê jî xwepêşandan hebûn û polîsek hatiye kuştin.

Li gor rapora Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, di xwepêşandanên roja Şemiyê 31ê Kanûna 2022 yên Ciwanro de yekeyên taybet ên polîsên Îranê û hêzên Supaya Pasdaran bi çekên saçme û çekên şer gulle berdana xwepêşanderan, di encam de 10 kes birîndar bûne û tendirûstiya du birîndaran xirab e.

Roja Şemiyê 31ê Kanûna 2022an, çileyê 7 kes ji kuştiyên xwepêşandanên 2022 yên Ciwanro bû, xelkê hewl dan biçin ser gorên kuştiyan û merasîmekê bikin, lê Supaya Pasdaran û yekeyên taybet ên polîs rê li ber wan girtin. Dema vegeriyan nav bajêr dest bi xwepêşandanê kirin û piştî nîvro xwepêşanderek bi navê Burhan Elyasî hat kuştin, piştre termê wî bi beşdarbûna hejmareke zêde ya xelkê hat veşartin.

Xwepêşander li Ciwanro çûn ser bankeyên Kişawerzî û Sipe û kelûpelên wan avêtin derve. Roja borî li Tehran, Îsfehan, Sumeyrom û Gurgan Gurgan xelkê xwepêşandan kirin. Li bajarê Sine jî şeva Şemiyê xwepêşanderan li ser cadeyan agir pêxistin.

Şeva borîli bajarê Sumeyrom ser bi parêzgeha Îsfehan xwepêşandan hat kirin, xelk hatin ser cadeyan. Derengê şevê hêzên ewlekariyê êrîşî xelkê kirin û gulle berdan xelkê, lê xelk jî rûbirûyê wan bûn. Li gor malperên navxwe yên Îranê, di xwepêşandanên bajarê Sumeyrom de polîsek hatiye kuştin. Li Îsfehan jî xelk rijiyan ser cadeyan û dijî desthilata Îranê slogan bilind kirin. Li hinek cihên Meşhed jî xwepêşandan hebûn.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?