‘Di siyaseta kurd de yekîtî û alternatîfeke nû’ ku ji alîyê Destpêka Nû ve ‘bi armanca tijî kirina valahiya siyaseta Kurd’ komxebatek hate li dar xistin.

.

Îro 24.05.2025 li Diyarbekirê, li Green Park Hotêl di saet 10.00 de di bin navê ‘Di siyaseta kurd de yekîtî û alternatîfeke nû’ ku ji alîyê Destpêka Nû ve ‘bi armanca tijî kirina valahiya siyaseta Kurd’ komxebatek hate li dar xistin. Nêzîkî  200 sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, nûnerên partîyên sîyasî, dezgehên sivîl beşdarî komxebatê bûne. Komxebat dê 2 rojan berdewam bike.
Baha Mutlu, Mahmut Koyuncu û Rabia Küçükkaya wek dîwan komxebat birêvebirin.
Di destpêkê de Baha Mutlu di derbarê armanca komxebatê de axaftinek kir. Paşê nûnerên Destpêka Nû, Enes Atila Pay û ramazan Tûncer di derbarê bîr û rayên destpêka Nû de axaftin.
Piştî axaftinên nûnerên Destpêka Nû, civîn bêyî beşdarîya dezgehên ragehandinê berdewam kir.
Paşê beşdarên civînê axaftin. Heta nuha Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Mustafa Ozçelîk, nûnerê PSKyê Serhad Amedî, sîyasetmedar Îbrahîm Guçlu, Altan Tan, Bedirxan Epozdemîr axaftin. 
Mesaja Şêx Murşîd Xeznewî bi video hate pêşkêş kirin.
Civîn berdewam e.

Rûpela Nû/Dîyarbekir

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin