Di şeva dîrokî de hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên bi serok û serkirdeyên cîhanê re

.

Şeva borî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parîsê Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump jî di nav de bi gelek serok û serkirdeyên cîhanê re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê ya ji bo vekirina Katedrala Notre Dameyê li Parîsê ye.

Vekirina Katedrala Notre Dameyê ji ber merasîma mezin ku Parîs kir navendeke siyasî ya civîna serok û serkirdeyên cîhanê bûyereke dîrokî bû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê wêneyên civîna Nêçîrvan Barzanî ya li Koşka Elyseeyê ya Parîsê ku bi serkirdeyên cîhanê re civiya belav kirin.

Beşek ji serok, serkirde û kesayetiyên ku Nêçîrvan Barzanî bi wan re civiya:

- Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump

- Serokê Fransayê Emmanuel Macron

- Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier

- Milyarderê Amerîkî, xwediyê tora civakî Xê û SpaceXê Elon Musk

- Serokê Îtalyayê Sergio Mattarella

- Serokê Estonyayê Alar Karis

- Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof

- Serokwezîrê Sirbistanê Milos Vucevic

- Şêwirmendê Awisturyayê Karl Nehammer

- Mîrê Fasê Moulay Rachid

- Serokê Dêra Asûriyan Mar Awayê Sêyem

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku vexwandin û beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya di vê merasimê de nîşana dostayetî û pêwendiyên bihêz ên Fransa û Herêma Kurdistanê raber dike.

Serokatiya her wiha anî ziman ku li herêmê û di pêwendiyên dîplomatîk ên navneteweyî de girîngiya Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Nêçîrvan Barzanî piştî beşdariya merasîma vekirina Katedrala Notre Dameyê li Parîsê got:

“Ji bo vê destkeftiyê mezin ez pîrozbahiyê li hevalê xwe Serok Macron dikim.”

Katedrala Notre Dameyê ya Parîsê ku sala 2019an şewitî, piştî xebatên 5 salan a nûjenkirinê doh ji nû ve hat vekirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de