"Di serîhildana li Îran û Kurdistanê de 51 kes jiyana xwe ji dest dan" 

.

Serhildana Îran û Kurdistanê ya li dijî rejîma Îranê ku 42 roj bi ser de derbas bû, zêdetir ji 272 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine şehîdkirin.

Li gor Nûçegihaniya “HRANA”yê li tevahiya Îran û Kurdistanê 272 xwenîşander bi gulleyên hêzên rejîma Îranê hatine şehîdkirin.

Di nav wê amarê de 39 zarokên serhildêr hatine şehîdkirin.
Pêka vê raporê, 13993 xwenîşander ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin. Nûçegihaniya HRANA dibêje di nav wan girtiyan de, tenê nasnameya 1053 kesan ji bo wan hatiye eşkerekirin.

Di 129 bajarên Îran û Kurdistanê de li dijî rejîma Îranê serhildan hebûye û 115 zanîngehên Îran û Kurdistanê jî, ji bo piştevaniya serhildanê xwenîşandan kirine.

Li gor Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê heta niha 51 xwenîşander di nav serhildana Rojhilatê Kurdistanê de hatine şehîdkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin