Di şerê navbeyna HSD û grûpa Sultan Murad de 7 kes hatin kuştin

.

Li gundewarê Til Temirê di şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên Sûriyên yên Tirkiye piştgirîya wan dike de, 7 kes hatin kuştin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, şer û pevçûn di navbera HSD û grûpa çekdar “Sultan Murad” de li gundê Erîşê yê ser bi Til Temirê ve derket.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di şer û pevçûnan de 6 çekdarên grûpa Sultan Murad û şervanekî HSDê hatine kuştin.

Destnîşan kir jî, ji ber topbarana grûpên çekdaran li ser devera Ebû Rasên û heta bakurê Til Temirê de, gelek kes koçber bûn û berê xwe dan deverê ewletir.

Roja 3ê vê mehê jî di encama topbarana hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser gundê Ebûş ê li bakur Til Temirê de, 5 kesên sivîl birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ