Di senatoya Amerîka de doza ezla Trump destpêkir

.


 Doza ezla serokê Amerîkayê yê berê Trump di senatoya Amerîkayê de destpêkir. Li gor sieta cîh doz di senatoyê de siet di 13.00 an de destpêkir. Doz bi axaftina wekîlên dozger destpêkir.

Nûnerê Partiya Demokrat Jamie Raskin, serokatiya celseyê kir û dîmenên xwepêşandanên komariyan nîşan dan û got Trump bi zanîn qelebalixê tehrîk kiriye.

Raskin ê demokrat di civînê de ragihand ku têra xwe bo ezla Trumpî delîl hene û divê biryara ezla Trumpî bê dayîn. Di civînê de her weha parêzerê Trump jî bergiriya Trump kir.

Senatorê partiya Komarî Rand Paul jî got ku ne raste serokekî piştî wextê wezîfa xwe qedandiye behsa ezla wî serokî bikin.

Sibê dê celseya civîna di senatoyê de dewam bike.
 

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack