Di sedsala 21ê de êzdî bi kom hatin bin ax kirin û firotin!

Rêveberê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzdî Husên Qaîdî axivî.

Rêveberê ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdiyan diyar kir, heta naha ti kes û aliyekî li cîhanê alîkarî nekiriye bo rizgar kirina revandiyên êzdî, tenê bi awayekî berdewam ev 5 salin serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê alîkarî û piştevaniya êzdiyan dikin bo rizgar kirina hemû revandiyan.

Rêveberê ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdî Husên Qaîdî ragehand: ‘’Îro 01.08.2019ê dê civîneke çapemeniyê li ser jenosoida Şingal û kar û çalakiyên ofîsê bê pêkanîn. 5 sal ser jenosoida Şingalê de derbaz bûn û hîn kesûkarên me li hin cîhên Iraqê, Sûriyê, Tirkiyê û hejmarek welatên din mae û bi malbatên xwe şad nebûne. Li hember jî wargeha navnetewî û hikûmeta Iraqê heta wê astê xemsar in ku êdî çarenivîsa bi sedan kesan napirsin. Jin, zilam, xwîşk û zarokên me ên ketine dest terorîstên DAIŞê ber bi kîderê ve çûne nayê zanîn. Hîn di kampa Holê û nav malbatên DAIŞê de jî hene, lê em hewldana rizgar kirina berdewam de ne bo hemûyan.’’

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?