Di sê rojan de 640 Êzidî vegeriyan Şengalê

.

Piştî êrîşên DAIŞê yên 3ê Tebaxa 2014an, bi sed hezaran Êzidî neçar man ji Şengalê koç bikin. Di 3 rojên dawî de 640 Êzidiyên din ên ku li Kampa Şarya diman vegeriyan Şengalê.

Di 3 rojên dawî de 640 welatiyên Êzidî yên ku li Kampa Şaryayê ya bajarê Duhoka Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diman, vegeriyan Şengalê.

Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê Îvan Fayeq di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku 170 welatiyên Êzidî vegeriyane Şengalê. Wezîr Fayeq diyar kir ku ev veger bi hevahengiya hikûmet û hêzên ewlehiyê hatine kirin.

Fayeq di 6ê Çiriya Paşiyê de bi daxuyaniyeke din ragihandibû ku 470 welatiyên Êzidî yên li Kampa Şaryayê vegeriyane Şengalê.

Çi bûbû?

DAIŞê di Hezîrana 2014an de êrîşî bajarê Mûsilê kiribû û ev der dagir kiribû. Paşê jî di 3yê Tebaxê de çûbû ser Şengalê û li vir qetlîameke gelekî mezin kiribû.

Li Şengalê kurdên êzidî dijîn. Di êrîşê de komelkujiya êzidiyan pêk hat. Zêdetirî 6 hezar jin û zarokên êzidî revandin.

Di 13ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de Şengal ji destê DAIŞê hate derxistin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê 3yê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand.

Kurdistan Haberleri

Îtalya: Tiştên ku li Sûriyeyê li Kurdan tên kirin nayên qebûlkirin
HSD: Tevî agirbestê jî Şam êrişî Kobanî û girtîgeha DAIŞiyan dike
Dilşad Şehab: Amerîka piştgiriyê dide dirêjkirina agirbestê
Jeremy Corbyn: Divê 40 milyon Kurd çarenivîsa xwe diyar bikin
Brîtanya: Me ji Şamê xwestiye ku mafên Kurd û pêkhateyan nas bike