Di sala 2023an de 325 bijîşkan ji Tirkiyê koç kirine

.

Li gorî amara Sendîkaya Bijîşkan a Tirkiyê, di nava 11 salên bihûrî de, hejmara bijîşkên ku koçî derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirine şeş qatan zêde bûye. 

Li gorî sendîkayê, di sala 2012an de tenê 59 bijîşkan koç kiriy, lê heya sala 2021an hejmara bijîşkên ku Tirkiye bicih hiştine, gihiştiye hezar û 405 kesan û sala 2022an jî gihiştiye du hezar û 685 bijîşkan.  

Sendîkaya Bijîşkan a Tirkiyê eşkere kir ku hejmara bijîşkên daxwaza moleta derketina ji Tirkiyê kirine gihiştiye 3 hezar û 25 kesan û ji destpêka îsal û heya niha jî hezar û 800 kesan forma moleta derketina ji Tirkiyê tije kirine. 

Serokê Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê Alpay Azap da zanîn, li Tirkiyê 220 hezar bijîşk hene û her sal du hezar û 500 heya sê hezar kes welat bicih dihêlin ku ev jî zirareke mezine. 

Lê li aliyekî din, Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Kemal Memîşoglu wan amaran red dike û dibêje, amarên ku tên behskirin, gelek zêde ne û nerast in. 

Kurdistan Haberleri

Bafil Talebanî bû Serokê Tifaqa Sosyal Demokratan a Cîhana Ereban
SOHR: Tirkiyeyê êrişî derdora Bendava Tişrînê kir
Almanya: Em dê ji bo jiholêrakirina çekên kîmyewî alîkariya Sûriyeyê bikin
Namzedên ji Rojavayê Kurdistanê dixwazin bibin dengê diyasporayê
Mele Silêmanê 86 salî yê ji ber xutbeya Kurdî hatibû girtin hat berdan