Di sala 2022an zêdetir ji 578 kes hatine îdamkirin\ 511 kes ji serhildêran jî hatine şehîdkirin

.

Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Hêranayê li derheq amara binpêkirina mafê mirovî ya sala 2022an li Îranê raporek belav kiriye û îşare bi amarên cuda yên îdamkirin û şehîdkirina xelkê serhildêr kiriye.

Pêka amarên belavbûyî yên Hêranayê di sala 2022an de, zêdetir ji 3 hezar û 84 curên kombûnên nerizayetiyê hatine lidarxistin ku ji vê rêjeyê, 1 hezar û 234 kombûn bi berdewamî hebûne.

Pêka vê amarê: Di sala 2022an de zêdetir ji 578 kes ku 5 ji wan zarok bûn, hatine îdamkirin.

Hêranayê daye zanîn, nêzî 5 milyon zarok ji hînkariyê bêpar mane.

Dezgeha bi nav Dadwerî, fermana lêdana zêdetir ji 21 hezar 150 derbên qamçiyan daye.

Di beşa azadiya hizrî û azadiya gotinê de zêdetir ji 22 hezar û 655 kes hatine binçavkirin.

511 xwenîşander li nav serhildana seranserî ku 69 kes ji wan zarok in, hatine şehîdkirin.

665 kesên ku di serhildana seranserî de hatine binçavkirin, bi gelemper 720 sal girtîgeh bi ser wan de hatiye sepandin.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?