Di reşnivîsa budceya Pentagonê de dabînkirina sîstema berevaniya asmanî bo Pêşmerge hat pêşniyarkirin

.

Di reşnivîsa projeyasaya budceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) de ji bo sala 2024an, hatiye pêşniyarkirin ku hêzên Pêşmerge wek hêzên ewlehiyê yên Iraqê bên pir çekkirin û bên rahênankirin, herwiha daxwaz jî dike ku sîstema berevaniya asmanî ji Pêşmerge re were dayîn ji bo parastina sînorê Herêma Kurdistanê ji mûşek, hawen û dronan.

Projeyasaya budceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê hîn li Kongresê ye û nehatiye pesendkirin, ewê niha hatiye nivîsandin reşnivîs e û li Encûmena Nûneran û Pîran deng li ser nehatiye dayîn.

Derbarê Herêma Kurdistanê û Pêşmerge de, çend pêşniyar ji aliyê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Kongresê di reşnivîsê de hatiye bicihkirin, yek ji wan birgeyan destnîşan dike ku "beriya 1ê Sibata 2024an, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi şêwira ligel Wezareta Derve, plana pirçekkirin û rahênana hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge pêşve bibe ji bo berevanîkirina li dijî êrîşên mûşekî, hawen û dronan".

Di reşnivîsê de pêşniyara wê yekê hatiye kirin ku hêzên Amerîkayê serperiştiya bikaranîna çek û sîstema berevaniyê ya asmanî bike, ku Wezareta Berevaniyê dide hêzên ewlehiyê yên Iraq û Pêşmerge ji bo rûbirûbûna êrîşan.

Her wiha hatiye diyarkirin ku divê hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge li ser bikaranîna wan cûre çekdan werin rahênankirin.

Derbarê cîbicîkirinê de, di reşnivîsa budceyê de hatiye diyarkirin ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di nava 90 rojan de dest bi cîbicîkirina planê dike, ku bi hevbeşiya ji aliyê Wezareta Berevaniyê û Wezareta Derve ve plan dest bi pêşvebirinê ve dike.

(K24)

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da