Di navbera Tirkiye û Îraqê de 26 peyman hatin îmzekirin

.

Di serdana Erdogan a Bexdayê de 26 peyman di navbera Tirkiye û Îraqê de hatin îmzekirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî “Peymana Çarçoveya Hevkariya Qada Avê" û “Peymana Lihevkirina Çarçoveya Stratejîk” îmze kirin.

Ji bilî her du peymanan, di navbera şandeyên Tirkiye û Îraqê de 24 peymanên din jî hatin îmzekirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

"Ez bawer dikim ku serdana min a Îraqê û peymanên ku hatin îmzekirin dê ji bo pêwendiyên di navbera Tirkiye û Îraqê bibin gaveke nû."

Peyman hatin îmzekirin

Peymana Hevkariyê ya di warê perwerdeyê de, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê Îbrahîm Namîs El Cibûrî îmze kir.

Peymana Hevkariyê ya di warê geştyariyê de, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Çand û Geştyariyê Ehmed Fakak Ehmed îmze kir.

Peymana Hevkariya Enerjiyê hat îmzekirin

Peyamana Hevkariyê ya di warê enerjiyê de, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar îmze kir.

Peymana Hevkariyê ya di warê ewlehiyê de, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya û Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Abdulameer K. Alshimary îmze kir.

Peymana Hevkariyê ya di warê tenduristiyê de, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya û Wezîrê Tenduristiyê yê Îraqê Salih Mehdî Al-Hasnawî îmze kir.

Peymana Havkariyê ya di warê perwerdeya leşkerî de, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Muhammed Saîd El-Abbasî îmze kir.

Peymana Hevkariya Perwerdeyê hat îmzekirin

Yaşar Guler û Sabit Muhammed Saîd El-Abbasî herwiha Peymana Hevkariyê ya di warê perwerdeya tenduristiyê ya leşkerî de îmze kir.

Peymana Bipêşxistina Hevbeş û Parastina Veberhênanê, Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê yê Tirkiyeyê Mehmet Fatih Kacir û Serokê Komîsyona Veberhênanê ya Îraqê Haider Mohammed Makkiyah îmze kir.

Peymana Hevkariyê ya di warê werzişê de, Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê yê Tirkiyeyê Mehmet Fatih Kacir û Wezîrê Werzişê yê Îraqê Ahmed Mugammed El Mubarka îmze kir.

Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê yê Tirkiyeyê Mehmet Fatih Kacir û Wezîrê Maden û Pîşesaziyê yê Îraqê Khalid B. El Najim jî peymaneke hevkariyê îmze kir.

Peymana Hevkariyê ya di warê teknolojî û nûjeniyê de, Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê yê Tirkiyeyê Mehmet Fatih Kacir û Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Îraqê Dr. Naîm El-Ebûdî îmze kir.

Peymana Plana Grûpa Xebatên Çandiniyê ya Serdama Xebatên 2024-2025an, Wezîrê Daristan û Çandiniyê yê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli û Wezîrê Çandiniyê yê Îraqê Abbas Jabir El Alî El Malikî îmze kir.

Peymana di Warê Avakirina Komîteya Hevbeşa Bazirganî û Aboriyê de, Wezîrê Barzirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat û Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Atheer Dawood Slaman El Ghurairî îmze kir.

Protokola Hevkariya di warê astengiyên teknîkî yên bazirganî û ewlehiya berheman, Wezîrê Barzirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat û Wezîrê Planê Muhammed Alî Tamîm îmze kir.

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu û Rêvebirê Enstîtûya Edaletê ya Îraqê Faten Mohsen Hadî jî peymaneke derbarê hevkariya perwerdeya hiqûqê de îmze kir.

Peymana derbarê Projeya Rêya Geşepêdanê de, Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu û Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê Razzaq Muhaibis El Sadawî îmze kir.

Peymana di warê lêkolînên navendên stratejîk de, Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û Dekanê Enstîtûya Wezareta Karên Derva ya Îraqê Hussein Mansour El-Safi  îmze kir.

Peymana di warê aboriya derve de, Serokê Komîteya Aboriya Derve ya Tirkiyeyê (DEÎK) Naîl Olpak û Serokê Federasyona Odeyên Îraqê Abdulrazaq El-Zuheere rêkeftina hevkariyê îmze kir.

Peymana di warê parastina arşîvan de Serokê Arşîvên Serokkomariya Tirkiyeyê Ugur Unal û Rêvebirê Geştyarî û Berhemên Kevn û Çanda Îraqê Prof. Dr. Alaa Abo Alhassan Esmaîl îmze kir.

Peymana di warê hevkariya Îslamî de, Serokê Karûbarên Diyanetê yê Tirkiyeyê Alî Erbaş û Serokê Dîwana Sunî ya Îraqê Prof. Dr. Mişan Muhyî Alwan îmze kir.

Peymana Hevkariyê ya di warê medya û ragihandindê de, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun û Serokê Komîteya Ragihandina Serokkomariya Îraqê Dr. Ali Hussein Al-Moayyed îmze kir.

Peymana Hevkariyê ya di warê hevkariya bipêşxistina pîşesaziya parastinê de, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyeyê Haluk Gorgun û Serokê Komîsyona Pîşesaziyê ya Îraqê Mustafa Atî Hassan îmze kir.

Peymana di warê qadên kar û ewlehiya civakî de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Ahmed Jasim Al-Asadi îmze kir.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye