Di navbera Îran û Sûriyê de 14 zebtên lihevkirinê hatin îmzekirin

.

 Di çarçoveya seredana fermî ya serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û heyeta xwe ve, di navbera Îran û Sûriyê de 14 zebtên lihevkirinê hatin îmzekirin. Li gor ragihandina serokkomariya Îranê; zebtên hatine îmze kirin di seha petrol, enerjî, bazirganî, îskan, gihandina rêyên hewayî û hesin de, di çarçova “bernama hevkariya stratejîk ya berfireh û ji bo wextekî dirêj” de hatine kirin.

Piştî îmzekirina zebtan, civîna çapemeniyê ya hevpar lidarxistin û serokê Sûriyê Beşar Esed axifî û got:

“Di pêşdeçûnaên navdewletî û herêmê de seredana fermî ya Reîsî gelek girînge. Em Îro li ser gelek mijaran axifîn. Di nav wan de ya herî girîng ew e ku hêzên dagirker îstîqrara welatan nahêle û welatan perçe dike. Ev siyaseta han ya kevneşopiyê ye û hê jî dewam dike.

Em terefdarin ku Îran ji bo aştiyê bibe xwediyê enerjiya nuklerî. Xebatên Rojava yên dixwazin Îranê ji enerjiya nuklerî bêpar bihêlin û siyaseta wan e ku di welatên din de cehaletê, paşdemayînê, birsê bicîhbikin. Îran û Sûriyê xwedî îrade ne ku di dinyayê de bibin leystikvanên aktîf.”

Di axaftinê de Reîsî jî got ku li hemberê siyaseta Amerîka û Siyonîtsa radiwestin û weha got:

“Ew ji bo me asayîşê naynin. Bi eksa wê ewlehiya herêmê xerab dikin.”

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’