Di navbera Hewlêr û Parîsê de geştên rasterast destpê dikin

.

Di navbera Hewlêr û Parîsê de, geştên rasterast di meha Gulana de destpê dikin.

Li gor Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re diyar kir, di 2yê Gulanê de geştên rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de dest pê dikin.

Ehmed Hoşyar da zanîn, bi awayekî giştî rojane 54 geştên çûn û hatinê i Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê têne kirin.

Herwiha Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê destnîşan kir: “Ji aliyê Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê ve ku Wezareta Tendirustiyê aliyê pêwendîdar e û ji wir rênimayî digihîjin me, pişkinîna Koronayê ji 48 saetan heta 72 saetan, ligel karta derziya dijî vê vîrusê bi merc hatiye danîn, gelek caran geştyar hene ji ber rewşa tendirustiyê nekarîne derziyê werbigrin, loma ji wan re alîkarî têne kirin da ku tenê bi rêya testa PCR geştên xwe encam bidin.”

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN