Di navbera du partiyên Komele ya Rojhilatê Kurdistanê de şer derket: 2 Pêşmerge hatin kuştin

.

Îro 22.06.2023yê ber bi sibehê ve di navbera Pêşmergeyên du aliyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Rojhilatê Kurdistanê de şer derket û ji ber wê jî 2 Pêşmerge hatin kuştin û Pêşmergeyekî din jî birîndar bû.

Li gor zanyariyên BasNews îro li kampa Zirrgwêzelle ya nêzîk Silêmaniyê di navbera Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê de şer derket.

Vê derbarê de çapemeniya ser bi Komele ya Zehmetkêşan ragehand: ‘’Ji ber êrîşa hêzên Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan bo ser Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan, du Pêşmergeyên bi navên Saman Îbrahîmî û Hîwa Sadiqî jiyana xwe ji dest dane û herî kêm Pêşmergeyekî din ê bi navê Kawe Rehîmî jî bi giranî birîndar bûye.’’

Duh 21.06.2023yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ragehandibû, hewldanên bo yekgirtinê li gel aliyê din ê Komele (Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş) bi şikestê temam bûne û ew wek aliyê Komeleya Zehmetkêş dê çalakiyên xwe û xebata xwe berdewam bikin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’