Di navbera asayişên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de şer derket

.

 Artêşa Sûriyê rêgirî li ber gereke hêzên Amerîkî li gundê Gozeliyê yê Til Temirê kir. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ji dibêje ji aliyê hêzên Sûriyê ve provakasyonek xeter pêk hat û di êrişê de 2 şervanên meclisê canê xwe ji dest dan û yek birîndar bû.

Li gor zanyariyên Rûdawê bi dest xistine, Artêşa Sûriyê rêgirî li ber gereke hêzên Amerîkî li gundê Gozeliyê yê Til Temirê kir, asayîşa Rojavayê Kurdistanê ji ber vê yekê daxwaz kir ku artêşa Sûrî rê ji bo wê gerê veke, lê artêşa Sûriyê ev daxwaz red kir û şer di navbera her du aliyan de rû da.

Şer di demjimêr 15:29 destpêkir û heta çend xulekan berdewam kir

Li gorî zanyariyên ku bi Rûdawê ketine 2 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin, hejmareke ji endamên Asayîşê birîndar bûne

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku “hêzên hikumeta Şamê li dijî yekîneyên meclisê êrişên provakatîv pêk anîn. Di êrişê de 2 şervanên meclisê şehîd bûn û yek birîndar bû.”

Di daaxuyaniya  Meclisa Leşkerî ya Til Temirê wiha hat gotin: “Îro piştê nîvro di seat 15:30an de li derdorê gundê Gozelê ku dikeve rojavayê navçeya Til Temir, ji noqteyek rejîma Sûriyê ve li hember yekîneyên me êrişek provakatîf hat lidarxistin. Hêzên me demildest bersiva vê êrişê dan. Di encama pêvçûnê de 2 şervanên me şehîd bûn, şervanekî din jî birîndar bû. Her wiha di vê pêvçûnê de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.”

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka
PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be