Di meha Kanûna Paşîn a 2023an de 14 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

.

Di meha borî ya sala 2023an de %64.4 kolberên Kurd li ser sînorên destkird ên Kurdistanê bi gulleyên rasterast ên hêzên rejîma Îranê bûne qurbanî.

Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, îro roja Yekşemî 16ê Rêbendana 1401an a Rojî, nûtirîn amara qurbaniya kolberan li ser sînorê destkird ê Kurdistanê belav kiriye û daye zanîn, di meha Kanûna Paşîn a 2023an de 14 kolber û kasibkar hatine kuştin û birîndarkirin.

Pêka vê amarê du kolberan canê xwe ji dest dane û 12 kolber û kasibkar jî hatine birîndarkirin ku 2 kes ji wan nûciwan û jêr 18 saliyê bûne.

Zêdetirîn qurbanî di parêzgeha Kirmaşanê ne ku bi 11 halet hatine tomarkirin ku kolberek hatiye kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

Parêzgeha Urmiyê 2 kes hatine birîndarkirin. Parêzgeha Sinê jî kolberek hatiye kuştin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt