Di meha Cotmehê de 344 kes li navçeyên cuda ên Sûriyê hatin kuştin

.

Di meha borî de 344 kes li Sûriyê di encama şer û pevçûnên di navbera aliyên çekdar ên de hatin kuştin ku 137 ji wan sivîl in.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, di meha Cotmeha borî de 137 sivîl di şerê Sûrîyê de hatine kuştin, ji wan 19 zarok û 17 jin in.

Li gorî Rewangehê, 77 leşkerên hikûmeta Sûriyê û 12 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine kuştin û yên din jî ji grûp û rêxistinên cuda ên wî welatî ne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir jî, 5 welatiyên sivîl di zîndan û girtîgehên rejîma Sûriyê de di bin eşkenceyê de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, bangewaziya xwe ji civaka navdewletî re dubare dike ku zextê li rêjîma Sûriyê bike da ku bi rêzê li azadiyan mafên mirovan bigire, girtiyan serbest berde û çarenivîsa kesên winda aşkere bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle