Di lêpirsîna malbata Şenyaşar de 9 kes hatin desteserkirin

.

 Di çarçoveya lêpirsîna kuştina 3 endamên malbata Şenyaşar de Celal Yildiz  jî di nav de ku birayê Parlamenterê AKPê Ibrahim Xelîl Yildiz e bi giştî 9 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan 22ê Nîsana 2022ê li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya lêpirsîna kuştina endamên malbata Şenyaşar ku biryara veşartîbûnê li ser heye birayê parlamenterê AKPê Celal Yildiz jî di nav de 9 kesên têkildarî bûyerê yên wê malbatê hatine desteserkirin û bo Rêveberiya Emnî ya bajêr hatine şandin.

Herwiha tê çaverêkirin piştî kar û barên yasayî kesên desteserkirî bo dadgehê bên şandin tê gotin ku di vê lêpirsînê de navê 43 kesan derbas dibe.

Li navçeya Pirsûsê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Xelîl Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dûkana xwe de û kurek û hevjîna wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ev 410 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne.

Kurdistan Haberleri

Hemasê bangî Îranê kir: Welatên cîran neke armanc
Êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Dron ji kû tên avêtin?
Di êrişa li ser baregeha Sazûmana Xebatê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da
Katrin Langensiepen: Baweriya me bi Serokkomarê Sûriyeyê nayê
Newroz îsal zû hat Danîmarka yê