Di kongreya Baroya Enqereyê de ji ber slogana Kurdî alozî derket

.

 Di kongreya Baroya Enqereyê de hinek parêzerên nijadperest ji ber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” êrişî parêzerên Kurd kir.

Baroya Enqereyê kongreya xwe ya 68emîn li Koşka Werzişê û Pêşangehan a Ataturkê li dar xist.

Di kongreyê de parêzerên jin ên koma Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz (OÇAV) ji bo balê bikişînin ser zêdebûna kuştina jinan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derketin ser dikê û pankarta li ser “Jin Jiyan Azadî” nivîsandiye bilind kir.

Her wiha wan dirûşma "Jin Jiyan Azadî" jî got.

Ji ber dirûşma bi Kurdî komeke parêzerên nijadperest nerazîbûn nîşan da û alozî derket.

Koma parêzerên nijadperest dirûşma “Em di baroyê de terorîstan naxwazin” bilind kir.

Piştî wê di navbera her du aliyan de alozî derket û bi kursiyan li hev da.

Di bûyerê de parêzerek ji serê xwe birîndar bû.

Parêzerên li hola komcivînê wekî nerazîbûna li dijî wan aloziyan dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bi mil” bilind kir.

Ji bo alozî werin rawestandin hişyarî hatin dayîn û bistekê navber hat dayîn.

Kongreya Baroya Enqereyê bi axaftinan didome.

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin