Di keştiya ku li peravên Îtalyayê noqav bû de 59 koçberan can dan

.

 Li peravên Crotone ya li başûrê Îtalyayê keştiya ku koçber tê de bûn noqav bû 59 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tûgaya Agirkujiyê ya Îtalyayê (Vigili del Fuoco) li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir, operasyona rizgarkirinê ya ku piştî noqavbûna keştiya koçberan li peravên bajarokê Steccato di Cutro ya eyaleta Crotone da destpêkirin, dewam dike û got, ekîbên li herêmê gihîştine cenazeyên bêcan ên 59 koçberan.

Li gorî nûçeya ku di çapemeniya Îtalyayê de cih girtiye, hejmara koçberên Iraqî, Sûriyeyî, Afganî û Îranî yên di keştiya binavbûyî de 250 kes in.

Di hin nûçeyan de hat ragihandin ku qaçaxçiyek mirovan ê li ser qeyikê bi koçberan re jî ji aliyê polîsên malî û ekîbên cendirme yên Îtalyayê ve hatiye binçavkirin.

Di nav de pitik û zarok jî di nav de hejmara miriyan gihiştiye 100î. 60 kes jî hatin rizgarkirin.

Serokê Îtaliyayê Sergio Mattarella di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe li hember karesata koçberan nîşan da û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku pabendiyeke bihêz ji bo jinavbirina şer û çewsandinê, ku sedemên bingehîn ên hatina koçberan in, bike.

Mattarella herwiha ji Yekîtiya Ewropayê (YE) xwest ku berpirsyariya birêvebirina koçberan bigire ser xwe.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye