Di heyamê Hefteyekê de pitir ji 30 Kolberî hatine kuştin û birîndarkirin

.

Gorî rapora saziya mafê mirove Îranê, tenê di Hefteyekê de aliyê kêm 30 kolberên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve bi desrêjiya rasteraste gulleyan, hatine kuştin û birîndarkirin.

Hêzên mirovkuje rejîmê roja 6ê Xezelwerê koma kolberan li nawça Newsûdê dane ber gullan pitir ji 15 kesan ku xelkê Selasa bawecanî û Ciwanro yê bûn, birîndar bûn.

Birîndarbûna pitir ji 10 kolberan menteqa Hewramanê bi teqeya hêzên rejîmê.

Li ser sinûrê Banê, di heyamê hefteya derbasbûyî de kolberek hate kuştin û yêk jî birîndar bû.

Roja 30 yê Rezberê kolberek ku temen Zarok bû, û xelkê gundê Nîrêj girêdayî bi Newsûdê bû bi teqeya hêzên rejîmê bi giranî birîndar bû.

Roja 2 yê Xezelwerê kolberek bi navê Muhsin Ebdullahî, temen 35 salî û babê 4 Zarokan, li ser sinûrê Kêlê bo gulleyên hêzên çekdare rejîmê hate kuştin.

Cinayet û kuştina kolberan ji aliyê rejîmê ve bi awayê sîstematîk û bi pîlan ji aliyê sipaha terorîste Pastaran ve tête encamdanê û vê midehê zêdetir bûye.

Kuştin û birîndarkirina kolberan tenê bi armanca çêkirina tirs û xofê di nava xelkê Kurdistanê de ye bona pêşîgirtin ji berfirehbûna nerizayetiyan.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Konferansa Enstîtûya Kurdî ya Parîsê
Berdevkê HSDê Ferhad Samî: Di dewriya ku leskerên DYAyê hatin kustin em tinebûn
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye
Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir