Di heyama heftiyekê de 24 girtî di Îranê de hatine bidarvekirin

.

Ji roja Şemî 14 Gelawêjê ve heta roja Înê 20ê Gelawêja 1402 a Rojî, 24 girtî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Li gorî Ajansa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, di heyama heftiya derbasbûyî de, roja Şemî 14ê Gelawêjê heya roja Înê 20ê Gelawêjê, aliyê kêm cezayê bidarvekirina 24 girtiyan di girtîghên rejma Îranê de hatine cîbicîkirin; bi awayekî nêvincî di her du rojan de 7 girtî hatine bidarvekirin.

Zêdetirîn amara bidarvekirinê li girtîgeha Navendî ya rejîmê li bajarê Merendê bûye ku 5 girtî hatine bidarvekirin, herwisa 4 girtî li girtîgeha Navendî ya rejîmê li Kerecê, 3 girtî li girtîgehên Navendî yên Hemedan û li girtîgehên Erak, Şîraz, Meşhed û Kirmanê, her yek ji wan 2 girtî, herwisa li girtîgeha Dîzfûl, Qezwîn, Neyşabûr û Yasûcê her yek ji wan 1 girtî hatine bidarvekirin.

Bi giştî ev 24 girtiyên ku hatinî bidarvekirin, aliyê kêm cezayê 16 girtiyan ku dike %66.5 a vî amarî tohmeta madeyên hişber bûye, herwisa 5 girtiyên din bi tohmeta destdirêjiya sêksî û 2 girtî bi tohmeta kuştina bi zanebûn û girtiyek jî bi diziya çekdarî bi îdamê hatibûne sizadan.

Hêjayê gotinê ye, ku di heyama hefitiya derbasbûyî de, cezayê bidarvekirina 5 girtiyên Tirk, 3 girtiyên Kurd, 2 girtiyên Lur û Bextiyarî, herwisa girtiyek Belûç, û hevwelatiyek xelkê bajarê Efxanistanê di girtîgeha rejîma Îranê de hatine cîbicîkirin.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin