Di heftiyekê de 15 sivîl ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatine girtin

.

Di heftiyekê de, 15 welatiyên sivîl ji aliyê grûpên çekdar ên opozsiyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve hatine girtin.

Amarên nû yên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar dikin ku di dema heftiya bihorî de 15 welatiyên sivîl li navçeyên bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, ji aliyê grûpên çekdar ve hatine girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kiriye, hejmara girtiyan ji aliyê wan grûpan ve ji destpa sala 2022an ve heta niha gihiştiye 300 kesên sivîl.

Li gorî amarên heman navendê, di sala 2021an de li Herêma Efrînê 719 welatiyên sivîl hatin girtin û navên wan jî hatine belgekirin.

Heman çavkaniyê tekez kiriye, hejmara girtiyan ji wê yekê bêhtir e, lê ji ber ku beşek ji malbatan newêrin navên girtiyên xwe tomar bikin, êdî tenê hejmara navên tomarkirî tê ragihandin.

Ji 20ê Çileya 2018an ve heta niha 8 hezar û 441 kes li Efrîn û bakurê Sûriyê hatin girtin, ji wan 6 hezar 240 kes hatine berdan, lê çarenivîsa girtiyên mayî ne diyar e.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin