Di êrîşeke Tirkiyê de 3 şervanên YPGê li bakurê Helebê canê xwe ji dest dan

.

Navenda Ragihandinê ya YPG`ê ragihand, Îro piştî nîvro demjimêr di 16 :45an de droneke Tirkiyî êrîşî hêzên wan li navçeya Ehdasê kir û di encamê de 3 şervanên wan canê xwe ji dest dane û 2 şervanên din jî birîndar bûne.

YPG`ê di daxuyaniya xwe got ku ew ê piştre, nasnameyên şervanên hatine kuştin, belav bikin.

Herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 150 hezar Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle