Di êrîşa terorîstên DAIŞê de 5 Pêşmerge şehîd bûn

.

 Di encama êrîşa şeva borî ya terorîstên DAIŞê ya li bajarokê Kuleco yê devera Germiyan a Silêmaniyê de, li gorî zanyariyên dawî 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Terorîstên DAIŞê şevê din li demjimêr 22:15an li bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û şer heta derengiya şevê dewam kir.

Fermandarên hêzên Pêşmerge ragihandineke ku mayineke vadayî bi wesayîteke Pêşmerge de teqiyaye û herwiha di navbera terorîstên DAIŞê û Pêşmerge de şer derketiye.

Pêşmergeyên rûbirûyî êrîşa terorîstên DAIŞê bûne dane xuyakirin, di destpêkê de çekdarên DAIŞê bi qenasan teqe li bingeheke pêşmerge kirine, pêşmergeyek birîndar bûye, piştre otomobîlên leşkerî û ambulans diçin wê bingeha leşkerî û birîndar rakirine daku wan bibin nexweşxaneyê.

Di dema vegerê de terorîstên DAIŞê mayîneke li ser rê danîne û bi otomobîla Hummer a Pêşemerge de teqandine û 2 efserên bi pileya Raîd û 3 Pêşmerge şehîd bûne.

Di encama teqîna bombeyekê bi Hummereke hêza Pêşmerge de, çar Pêşmergeyên din jî di dema şikandina êrîşê de birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîneke Taybet a Kurdkanalê Li Ser Guhertinên Herêmê û Doza Kurd: M. Saleh Qadrî Axivî
Hakan Fîdan: Divê Sûriye bi federalîzmê neyê parçekirin
Cooper li ser entegrasyona HSDyê ya hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da
FRANKFURT - Aryayên operayê û awazên Kurdî dê bi dengê efsûnî yê Pervînê olan bidin
Melayê Cizîrî: Sembola Xwedanasiyê û qutbê îrfan û welatperweriyê