Di êrişa Îranê de karsazekî Kurd canê xwe ji dest da

.

Di encama êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê de, karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî ya yek salî Jîne hatin kuştin.

Di vê êrişê de karsazê Xirîstiyan ê Îraqî Kerem Mixayîlê ku mêvanê Pêşrew Dizeyî bû jî canê xwe ji dest da.

Supaya Pasdaran a Îranê îşev bi mûşekên balîstîk êrişî parêzgeha Hewlêrê kir.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî têkildarî êrişê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Hewramî di daxuyaniya xwe de got:

“Di êrîşa îşev a Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê de maleke sivîlan hat hedefgirtin.

Di encama êrişê de xwediyê malê Pêşrew Dîzeyî û ji malbata wî 3 kesên din canê xwe ji dest da.”

Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku zêdetirî 4 mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dîzayî ketine.

Şahidên bûyerê jî diyar kir ku mal bi balafirên bêmirov jî hatiye bombebarankirin.

Li aliyê din, hat diyarkirin ku di encama êrişan de 17 kes birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle